Keychange

View Original

Di bernameyên 45 Festîvalên Mûzîkê de wê hejmara jin û mêran wek hev bin

45 festîvalên muzîkê yên di çarçoveya înîsiyatîfa Keychange de hatin ba hev biryar girtin ku di çarçoveya wekheviya zayendî de bernameyên xwe amade bikin. Li gorî vê biryarê wê di bernameyên van festîvalan de hejmara muzîkjenên jin û mêr wek hev bin.

Weqfa PRS ya Ingiltereyê, li hemberî newekheviya zayendî ya di bazara muzîkê de, Hewldana Keychange a Navnetewî da dest pê kirin ku bi vê hewldanê re wê siyasetmedar, hunermend û sektora muzîkê werin ba hev.

Di çarçoveya vê projeyê de 45 festîval û konferansên muzîkê yên navdewletî aşkere kirin ku wê di bernameyên wan de hejmara muzîkjenên jin û mêr wek hev bin.

Programa Ewropayê ya Afirînêr ya Yekîtiya Ewropayê piştevaniya hewldanê dike. Proje armanc dike ku di endustriya muzîkê de wekheviya zayendî pêk bê û hejmara jin û mêrên di bernameyên festîvalên muzîkê de cî digirin bibin wekhev.

See this content in the original post